PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro êvarê li holeke Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê şewat derket û çend holên balafirgehê ji ber şewatê hatin valakirin.
Li gorî çavkaniyên Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê agir li kafeteryayeke hola pêşwaziya rêwiyan ketiye û tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê hewl didin şewatê vemirînin.
Hat diyarkirin ku hîn sedema derketina şewatê diyar nebûye û seferên balafiran ji ber şewatê ranewestiyane.
Li aliyê din Berevaniya Şaristaniyê ya Bexdayê jî ragihand ku bandora dûxanê ya bêhntengiyê li ser 3 karkeran çêbûye û tedawiya wan tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin