Pisrgirêka nan a li Rojavayê Kurdistanê tê çareserkirin

Pisrgirêka nan a li Rojavayê Kurdistanê tê çareserkirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Firneyan li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew dê nav çend rojan de lêkolînê bikin pirsgirêka kêmbûna nan û girtina 6 firneyê serek yên li Qamişlo û Hesekê çareser bikin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Firneyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed li ser pirsgirêka peyda na ku welatî bêzar bûne got, ew bi xwediyên firinên taybet re civiyan ji bo çareseriyekê ji pirsgirêkên wan re bibînin û da xuyakirin, ew niha lêkolînan dikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û dê di 2 rojan de encamên lêkolînan derkevin.

Mehmûd Mihemed diyar kir, wan pêşniyarên xwediyê firneyan jî tev li lêkolînên xwe, rakirine Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê û got: "Daxwazên xwediyê firneyan ew bûn ku bihayê nan ê heyî nema têra wan dike yanî têra pêdiviyên wan ê jiyanî nake."

Nirxê torbeyek nanê firneyên taybet (nanê siyahî) li gorî biryara Rêveberiya Firneyan 500 Lîre bû, lê xwediyên firneyan daxwaz dikin ku bihayê wê bibe 650 Lîre.

Rêveberiya Xweser jî ji ber rewşa aborî ya xirab heta niha rê nedida ku bihayê nan bê zêdekirin da ku welatî bikarin nan bistînin, lê xwediyên firneyan jî dibêjin; ji ber bihabûna genim û pêdiviyên hilberînê ew nikarin bi wî bihayî nan bifiroşin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin