Ebdulmehdî ji bo pîrozkirinê tê Hewlêrê

Ebdulmehdî ji bo pîrozkirinê tê Hewlêrê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî vê hefteyê (13 yan 14ê Hezîranê) serdana Herêma Kurdistanê ya bo pîrozkirina Serokê nû yê Herêma Kurdistanê û hevdîtinên siyasî dike.

Li g0r agahiyên medya Kurdistanê Ebdulmehdî 13 yan jî 14ê Hezîranê serdana Hewlêrê dike û wê di vê serdana xwe de pîrozbahiyê li serokê nû yê herêma Kurdistanê bike.

Herwiha çav li rê ye serokwezîrê Iraqê bi rêveberiya siyasî ya herêma Kurdistanê re bicive û derbarê peyvendiyên herdu aliyan de guftûgoyan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin