Medya Iraqê | ‘Ebdulmehdî ji bo biçe Hewlêrê li benda Mesrûr Barzanî ye’

Medya Iraqê | ‘Ebdulmehdî ji bo biçe Hewlêrê li benda Mesrûr Barzanî ye’

PeyamaKurd – Medya Iraqê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo nehîştina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, dê li demeke nêzîk serdana Kurdistanê bike.

Li gor nûçeya malpera bi navê “Bexda El Yewm”,  Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji çend berpirsên kurd re gotiye, ew dixwaze serdana Hewlêrê bike da ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi temamî werin çareserkirin.

Malpera navborî destnîşan dike, Ebdulmehdî li benda pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ye, her gava hikûmetê pêk bîne wê serdana Hewlêrê bike.

Çavkaniyên herêma Kurdistanê jî vê agahiyê piştrast dikin û dibêjin, behsa serdana Ebdulmehdî tê kirin lê her çiqas dema wê nayê zanînin jî tê çaverêkirin li demeke nêzîk ew serdan pêk were.

Tê pêşbînîkirin Adil Ebdulmehdî û berpirsên Kurdistanê li ser mijarên nakok ên wekî deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, neft û çend mijarên din gotûbêj bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin