PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê şivanek kuştin, du şivan jî birîndar kirin.
Li gor malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, do li deverên sînorî yên bajarê Şino, pasdarên Îranê 3 şivanên Kurd, ku li ber pezên xwe bûn, dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de şivanek hat kuştin û şivanên din jî birîndar bûn.
Ew şivanê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Lolkan li devera Deştebêlê ya Şino û navê wî jî Hesen Xendepûr bû.
Li gorî agahiyan, hetan niha jî termê wî şivanî di destê pasdaran de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin