Mizgîn a 19 salî zankoyê qezenc kir û di heman wextê de hat kustin

Mizgîn a 19 salî zankoyê qezenc kir û di heman wextê de hat kustin

PeyamaKurd- Li Batmanê li navçeya Sasonê keça bi navê Mizgîn Toparlı îro bihîst ku zankoya Batmanê beşa Tenduristiyê qezenc kiriye û bo mizgînê bide bavê xwe ji xanî dertê derve. Dema bi kêf mizgîniyê dide bavê xwe, jineka bi navê Nazmiye Kaban (40) ku qet hev nasnakin, bi kêrê li gewriya Mizgîn Toparlı dixe û gewriya wê dibire. Malbata Toparlı şaş dimînin û nizanin bê ew jin kiye û çima li Mizgîn xist.

Tê gotin ku Nazmiye Kaban xwediya du zarokaye û li Îstenbolê mêrê wê, wê berdaye û hatiye Sasonê. Piştî ku li Mizgîn dixe, êrîşê bavê wê Şirin Toparlı dike û wî jî birîndar dike.

Mizgin Toparlı li nexweşxanê canê xwe da lê bavê wê Şirin Toparlı li nexweşxanê tê dermankirin.

Qatil Nazmiye Kaban li baregeha sayîşa Sasonê îfade dide û dibe ku derûniya wê baş nîn be. Ji ber di navbera malbatan de ti naskirin tine ye û heya niha şer û pevçûn di navbera wan de tinebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin