Îran: Bilindkirina ala Kurdistanê sasîtiyeke protkolî bû

Îran: Bilindkirina ala Kurdistanê sasîtiyeke protkolî bû

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir: “Bilindkirina ala Kurdistanê di merasîma pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî de, şaşîtiyeke protkolî bû û ew her tim rêzê li yekîtiya axa Iraqê digrin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, bilindkirina ala Kurdistanê di merasîma pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, weke şaşitiyeke tîma protokola balafirxaneyê da zanîn û destnîşan kir: “Îran her tim rêzê li yekîtiya axa Iraqê digre û ew taybetmendî siyaseteke neguher ya Îranê ye.”

Roja Pêncşemê, 05/08/ 2021 Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê ji bo beşdarî merasîma sûndxwarina Serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî, serdana Tehranê kir û di merasîma pêşwaziya Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, li balafirxaneya navdewletî ya Mêhraba ya Tehranê, ala Kurdistanê hat bilindkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin