Li Îranê erdhej çêbû: 5.2!

Li Îranê erdhej çêbû: 5.2!

PeyamaKurd- Li Eyaleta Kohgiluyê li bajarê Yarsûçê yê li Başûrê Îranê erdhejeke bi şîddeta 5.2yan çêbû.

Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê di derbarê erdhejê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku erdhej li navenda Sisehtê 8 km. di binê erdê de û seet li 08:38ê çêbûye.

Di erdhejê de bajarê Yarsûçê jî hejiya. Êdî kesên mirî an jî zerara maddî heye an na, hê jî ti daxuyaniyê di vê mijarê de nehatine dayîn. Tenê hat ragihandin ku 30 kes birîndar bûye.

Di Mijdara 2017an de li bajarê Kirmanşan yê Kurdistana Rojhilatê erdhej çêbûbû û 537 kes miribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin