Dadgerê kurd ê ku cezayê îdamê dabû Sedam koça dawiyê kir

Dadgerê kurd ê ku cezayê îdamê dabû Sedam koça dawiyê kir

PeyamaKurd - Dadgerê kurd Rauf Reşîd yê ku cezayê bidarvekirinê dabû Serokê Dewleta Iraqê Sedam Hiseyn koça dawiyê kir.

Li gorî agahiyên berdest dadgerê kurd Rauf Reşîd li Silêmaniyê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin koça dawiyê kir.

Dadger Reşîd li dadgehê li doza dîktorê Iraqê nerîbû û piştî pêvajoya dadgehkirinê biryara bidarvekirina Sedam Hiseyn dabû.

Hêjayî gotinê ye ku berpirsê Helebçe û Enfala kurdan û Sedam Hiseyn di 30 meha Çile ya 2006an de li Bexdayê hatibû bidarvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin