PeyamaKurd- Li welatê Azerbeycanê fermandarên Rûsya û NATO yê li hev civiyan. Fermandarê hevkarên NATOyê yê bilind Orgeneral Curtis Scaparrotti û serokerkanê Rûsyayê Orgeneral Valeriy Gerasimov li Bakuyê hatin cem hev.
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Rûsyayê di hevdîtinê de xebatên Rûsya û NATO yê yên li Awrûpa, bi ewlebûna bi hev û zêdekirina ewlebûna bi hev û pêşlêgirtina bûyeran hatin gotûbêjkirin.
Her dû alî li ser mijara Sûriyê û terora navdewletî axifîn. Scaparrotti û Gerasimov wekî din bi serokkomarê Azerbeycanê bi Îlham Aliyev re hevdîtinekî kirin.
Berya operasyona Sûriyê Rûsya ragihandibû ku ciyên ku fuze jê werin Sûriyê wê li wan hedefan bidin lê paşî deng ji sîstema Rûsya ya Sûriyê derneketibû. Hûrahiya mijaran bo raya giştî zêde nehat aşkerakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin