Seroka Parlamenê: Referandûm mafekî xwezayî ye, bandora wê hê jî berdewam e

Seroka Parlamenê: Referandûm mafekî xwezayî ye, bandora wê hê jî berdewam e

PeyamaKurd - Seroka Perlamana Kurdistanê Rêwaz Fayiq di civîna salvegera duyem a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de got, “Bijardeya gelan bo biryarê li çarenivîsa xwe bidin, mafekî xwezayî ye û ne li dijî yasayên navdewletî ye.”

Di destpêka civîna îro ya Perlemana Kurdistanê de Rêwaz Fayiq ragihand, “Mafê çarenivîsî, mafê ezelî yê her neteweyekê ye û di peymanên navdewletî de wek mafekî seretayî yê gelan hatiye naskirin, lê civaka navdewletî û hin dostên Herêma Kurdistanê pêşî lê hate girtin.”

Fayiq destnîşan kir, “Hêzên têkoşer ên Kurdistanê bi dehan salan ji bo wê armancê têdikoşin û çendîn gencên vî miletî jî giyanên xwe ji bo wê bexşandine.”

Seroka Pelemana Kurdistanê ligel rexnegirtina li karvedana Iraq û civaka navdewletî derbarê referandumê de, got: “Her çend e encamên rapirsiyê bandora wê ya mezin li her aliyekî hebû, ta niha jî bandorên wê berdewam in, lê bijardeya gelan bo biryarê li çarenivîsa xwe bidin, mafekî xwezayî ye û ne li dijî yasayên navdewletî ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin