Îran, li Herêma Kurdistanê li kampên Kurdên Rojhilat dixe

Îran, li Herêma Kurdistanê li kampên Kurdên Rojhilat dixe

PeyamaKurd – Artêşa Îranê bi fuze û dronan li kampên Kurdên Rojhilat yên ku li Herêma Kurdistanêne xistin ku di kampan de koçberên Kurdên Rojhilat hene. Ji bo xizmet û parastinê di her kampekî de dibe ku çend zilam hebin.

Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê; di êrîşên 20 rojên şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYA de, artêşa Îranê û grûbên Iraqê yên bi ser Îranê, di êrîşên fuze û dronî de, herî kêm 5 Pêşmergan kuştine û hinek kesan jî birîndar kirine.

Li gor navenda beşa rêjeyan ya Hengawê; artêşa Îranê û grûbên wekîl yên Iraqî, herî kêm 112 car bi fuze û dronan êrîşê baregeh û kampên Kurdên Rojhilat kirine ku ciyên wan li Silêmaniye, Dukan, Koyê, Degala, Bahrka, Soran û Xebat in.

Di êrîşan de xanî, dibistan, navendên tenduristiyê, pirtûkxane û ciyên sîvîl zerarê dîne.

Di êrîşan de herî zêde kampên PDK-Î zerarê dîne û gelek caran êrîşan birine ser kampên PAKê, Komele, Komela Karkên Kurdistan û Partiya Xebatê.

Li gor rêjeyên heya roja 19ê Adara 2026an; herî kêm 5 Pêşmerge hatine şehîd kirin û 20 kes zêde birîndar bûne. Kesên şehîd ketine navên wan wehaye:

1. Celal Raşidi — Ji bajarê Seqizê ye, zewicandiye û endamê PAKê ye. (Li Erbîlê hat kuştin.)

2. Îsmail Rahimi — Ji Seqizê ye. Nezewiciye. Endamê Komelê ye. (Li Silêmaniyê hat kuştin).

3. Omer Weysî — Ji Rawansar e, ne zewiciye. Endamê Komelê ye. (Li Silêmaniyê hat kuştin).

4. Ekbal Salih —  Ji Seqizê ye. Zewicandiye. Endamê Xebatê ye. (Li Erbîlê kuştin.)

5. Faxreddin Mûradi — Ji Senendajê ye. Zewicandiye. Endamê partiya Xebat e. (Li Erbîlê kuştin).

Ciyên Îranî li wan xistine:

Kurdên Rojhilat li gelek deverên Herêma Kurdistanê di kampan û malan de dijîn. Piraniya malbatên Kurdên Rojhilat li Erbîl û Silêmaniyê dijîn. Ciyên ku ketine ber êrîşên Îraniyan û grûbên bi ser Îranê ve yên Iraqî:

• Kampa Surdaşê ya sîvîl, li Dukan a bi ser Silêmaniye,

• Li Koyê, kampa Azadî, Amiriyeh û Zawiya Sipî, bi ser Erbîlê ne,

• Li Zargwez û kampên li Zargwezê. (Silêmaniye)

• Kampên sîvîl yên li Degala. (Erbil)

• Li Bahrka kampa Jezhnikanê. (Erbil)

• Kampa Pakşar ya li Degala. (Erbil)

• Kampa Başîka ya Partiya Xebat. (Erbil)