Îranê cezayê îdamê da çekdarekî PKKê

Îranê cezayê îdamê da çekdarekî PKKê

PeyamaKurd Dadgeha rejîma Îranê, cezayê îdamê da çekdarekî PKKê yê bi navê Hatem Ozdemîr.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê daye zanîn, dadgeha bajarê Xoy li Rojhilatê Kurdistanê, cezayê îdamê da çekdarekî girtî yê PKKê yê bi navê Hatem Ozdemîr.

Zanyarî destnîşan dikin, Hatem Ozdemîr (25 salî) û xelkê bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ye û havîna 2019 li devera Boralan ya bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di şerê pasdarên Îranê de birîndar bibû û ji aliyê pasdaran ve hatibû girtin.

Ew endamê PKKê niha di girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin