Ji ber îtîrazên AKPê mazbataya Ahmet Turk nehat dayîn

Ji ber îtîrazên AKPê mazbataya Ahmet Turk nehat dayîn

PeyamaKurd – Lijneya Hilbijartinan a Bajarê Mêrdînê bi hinceta ku AKPê îtîraz kiriye û xwestiye 19 hezar û 373 dengên ne derbasdar car din bên jimartin, mazbataya Ahmet Turk ê ku di hilbijartinan de bi 65 hezar 794 deng zêdetir stendiye û bûye şaredar, nehat dayîn.

Li gorî zanyariyên li ber dest, ji ber îtîrazên AKPê yên li ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê mazbataya namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altindag nehat dayîn.

Parezerên Ahmet Turk bi endamên Lijneya Hilbijartinan a Bajêr re axivîn. Ji parezeran re hat gotin ku pêvajoya îtîrazan dewam dike û lewma vê gavê mazbataya Truk nayê dayîn.

AKPê serî li Lijneya Bajêr a Hilbijartinan dabû û xwestibû ku 19 hezar û 373 dengên ne derbasdar car din bên jimartin lê lijneyê bi sedema ku ev yek encaman naguherîne red kir. AKP vê carê jî serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin