PeyamaKurd – Îro salvegera Jenosîda Enfala Barzan e. Di Enfala sala 1983an destpê kir de, li devera Barzan ji 11 salî heta 70 salî hemû kes hatin veguhestin û piştî wê bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
38 sal berî niha roja 31.07.1983an de, bi fermana Seddam Husên, êrîşek ketoberkî li ser wargehên Herîr, Quştepe, Behrke û Diyana yê herêma Barzan dest pê kir û hemû kesên li wan deran ji aliye Hikûmeta Iraqê ber bi çolên başûrê Iraqê ve hatin birin, li wan deran bi zindî hatin binaxkirin û komkujiyek hovane li ser wan hat pêkanîn.
Du meh piştî wê, serokê rejîma Beasê yê Iraqê Seddam Husên, armanca wê tawanê veneşart û eşkere ji çapemeniyê re ragihand: ‘’Wan bi tundî cezayê xwe wergirtin û me ew avêtin dojehê’’
Li gor pîvan û yasayên Netewên Yekbûyî bi yekdengî roja 12.01.1951ê pejirandiye, komkujiya Barzaniyan tawaneke dijî mirovahiyê ye û dikeve nav xaneya jenosîdê. Ji ber vê jî, li gel tewanên din ên Enfal û veguhestina bi zorê ya Kurdên Feylî, kîmyabarana Helebcê û Enfalê, tawanê kuştin û bêserşûmkirina Barzaniyan jî, ji aliyê dadgeha bilind a tawanên Iraqê ve, wek tawanê jenosîd hat naskirin.
Piştî sala 2005an, bi giştî ji 16 dosyayên Kurd, li dadgeha bilind a tawanên Iraqê de, tenê 6 dosya hatine zelalkirin û ew jî: ‘’Kîmyabarana Helebce, Enfal, Bêserşûmkirina Barzaniyan û Feyliyan’’ wek jenosîd hatiye naskirin.
Herçend dadgeha bilind a tawanên Iraqê roja 03.05.2011an de, biryar da ew tawan wek jenosîd bên naskirin jî, Hikûmeta Iraqê daxwaza lêborînê li kesûkarên qurbanên Enfal û Barzaniyan nekiriye.
Enfala Barzaniyan 38 sal berî niha roja 31.07.1983ê pêk hat û 8 hezar Barzanî hatin enfalkirin û heta niha tenê termê 596 kesên enfalbûyî hatine dîtin ji bo goristana taybet a jenosîda Barzaniyan a li Barzanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin