PeyamaKurd – Casûsên îstîxbarata Îranê li Kurdistana Rojhilat li bajarê Bokanê 4 roj berê Kurdê bi navê Şêrko Tabnak (38) xistiye bin çav.
Li gor ragihandina Komela Mafê Mirovan Hengawê; di 25 ê Nîsanê de roja Înê avêtine ser mala Şêrko Tabnak û bi zorê wî xistine binê çav.
Tabnak, ji ber xebatên siyasî, berê jî çend car hatibû girtin, daraza Îranê herî kêm 2 cara cezayê zîndanê dabûyê û piştî temamkirina cezaye xwe, ji zîndanê derketibû.
Şêrko Tabnakl birine ku derê û bi sûcî tewana wî dikin nayê zanîn.