Jahn: Serxwebûna Komara Rojava qebûl bikin

Dîroka Weşanê :
Jahn: Serxwebûna Komara Rojava qebûl bikin

PeyamaKurd- Serokê Komîteya Berfirehkirina NATOyê ya Awisturyayê peyamek ji serokên welatên Rojavayî re şand û got, "Rojavayê Kurdistanê hevalbenda me ye û dem hatiye ku Amerîka û NATO serxwebûna wê qebûl bikin."

Serokê Komîteya Berfirehkirina NATOyê ya Awisturyayê Gunther Fehlinger Jahn li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ku di bin êrîşên hêzên Şamê de ye.

Gunther Fehlinger got: "Ez bang li Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û welatên NATOyê dikim ku Komara Serbixwe ya Rojavayê (Rojavayê Kurdistanê) nas bikin û wê biparêzin."

Li gorî nexşeya Jahn belav kiriye, sînorê wê jî "Rojhilatê Çemê Firatê" ye.

Fehlinger, ji Amerîkayê Donald Trump, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas xwest ku daxwaza wî li ber çavan bigirin.