Yekem serdana Bexdayê | Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên Iraqê re civiya

Yekem serdana Bexdayê | Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana Bexdayê de, piştî Serokomar Berhem Salih û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî bi Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî îro Pêncşemê serdana Bexdayê kir û dest bi hevdîtin û danûstandinên xwe ligel siyasetmedar û berpirsên siyasî yên Iraqî kir. 

Barzanî li Iraqê ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve hat pêşwazîkirin û piştre jî bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî re civiya.

Di civînan de peywendiyên Hewlêr- Bexdayê û kêşeyên herdu aliyan tevî mijara pirsa madeya 140 a destura Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê yekem serdana xwe ya Bexdayê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin