Ji 5 hezarî zêdetir Êzidî bi destên DAIŞê ve hatine qetilkirin

PeyamaKurd – Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên revandî ya Herêma Kurdistanê amarên herî dawî derbarê jenosîda ku ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li dijî Êzdiyan hatiye kirin, eşkere kir.
Li gorî raporê zêdeyî 5 hezar Êzidî hatine qetilkirin, 2 hezar û 745 zarok jî sêwî mane. Ofîsê her weha dîtina 93 gorên komî li Şingalê belge kir, ji bilî gelek cihên ku gorên takekesî tê de hene.
Bi giştî hejmara êzîdiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin gihîştiye 6 hezar û 417 kesan, ji wan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 jî mêr. Ji van 3 hezar û 585 kes hatin rizgarkirin.
Her weha 274 kesên revandî ku ji wan 237 mêr û 37 jin in di gorên komî de hatin dîtin û termên wan teslîmî malbatên wan hatin kirin.
Heta niha 2 hezar û 558 Êzîdî winda ne, ji wan 1225 kes jin û 1333 mêr in
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.




