Ji ber keça wendayî temamê bajêr rabû ser piya

Ji ber keça wendayî temamê bajêr rabû ser piya

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê keça bi navê Z.L. (16) wenda bû û li ser wendabûnê malbata keçikê, asayîşê agahdar kir. Asayîşa bajarê Şirnexê bi 16 tîman li 12 taxên bajêr li keçikê geriya. Çûna nav bajêr û derketina ji nav bajêr qedexe kirin.

Rêvebirê asayîşê bi xwe daket kolanan. Keça bi navê Z.L. seet di 00.30an de li taxa Vakıfkentê hat dîtin. Hat gotin ku rewşa wê başe û piştî îfadên wê temam bibin dê teslîmê malbata wê bikin.

Malbata wê ji ber xebata hêzên asayîşê spasiya wan kir û hem sipasiya xelkê bajêr kir.

Nehat ragihandin bê keçik heya wê wextê li ku derê bûye û çi dikir.