PeyamaKurd – Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û li cihên bilind jî hişyariya berfê da.
Li gorî agahiyên dawî, tê payîn ku îro (15ê Mijdara 2025an) li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê baraneke xurt bibare. Bi taybetî li bajarên wekî Diyarbekir, Colemêrg, Batman, Mûş, Wan û Şirnexê baraneke dijwar tê payîn. Her wiha, li cihên bilind ên herêmê ku bilindahiya wan li ser 1700-1800 metreyî ye, tê pêşbînîkirin ku baran veguhere şilope û berfê.
Ji bo bajarên din ên Bakurê Kurdistanê yên wekî Sêrt, Mêrdîn, Semsûr, Riha, Erzirom, Bidlîs, Dersim, Erzincan û Çewlîg jî heman hişyarî hat dayîn û hat gotin ku dibe baran bi awayekî herêmî xurt be.
Meteorolojiyê ji bo 17 bajaran, di nav de Diyarbekir, Colemêrg, Êlih û Mûş, "koda zer" ragihand, ku ev yek nîşan dide ku rewşa hewayê potansiyeleke xeteriyê dihewîne.
Ji ber barana xurt û berfa ku tê payîn, rayedaran welatî hişyar kirin ku li hemberî metirsiyên wekî lehiyê, zêdebûna avê, astengiyên di çûnûhatinê de û li cihên bilind jî qeşagirtinê, baldar û bi tedbîr bin.