PeyamaKurd- Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî, bi sedema rûbirûbûna rewşa mirovî ya dijwar a ku niha li Efrînê çêbûye, bangeke lezgîn pêşkeşî hemû xêrxwazan û Diyasporaya Kurdistanî li seranserê cîhanê kir ku bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) alîkariyên xwe yên mirovî bigihînin lêqewimiyan û koçberên Rojavayê Kurdistanê.
Ev banga Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî di demekê de ye ku, xelkê Efrînê ji ber sermaya dijwar û hatina hejmareke mezin a malbatên aware di rewşeke mirovî ya pir dijwar de dijîn, bi rengekî ku hewcedarî ji şiyana bersivdana heyî derbaz bûye.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê li Efrîn û Helebê roleke pêşeng û sereke di pêşkêşkirina alîkariyan de dilîze û li deverê wekî piştgireke rastîn a malbatên zirardîtî ye.
Konfederasyonê diyar kir ku, arîşeya niha ya Efrînê berî ku aliyên leşkerî an siyasî hebin, pirseke mirovî ye û ji bo biserxistina bizavên alîkar ên niha pêdivî bi berpirsyarîtiyeke giştî heye.
Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî bang li hemû aliyan kir ku bi rêya fermî piştgiriyê bidin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û bang li medyayê jî kir ku, hejmarên hesabên xwe yên bankan belav bikin da ku herî zêde kes bikarin tevlî vî erka neteweyî bibin.
Herwiha hate tekezkirin ku gihandina vê bangê ji bo hemû aliyan li hember êşên gelê me helwesteke zelal e û ji bo berdewamiya karên mirovî bingeheke sereke ye, ji ber ku niha dema kiryaran e û parastina jiyana welatiyan berpirsiyariyeke hevpar a hemiyan e.