PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser biryara encûmena bajarê Dersîmê (bi tirki Tunceli) ku biryar standibû ‘Tabelaya Dersîmê’ deyne ser avahiya şaredariyê lêpirsîn li ser endamên encûmenê da destpêkirin.
Hat ragihandin ku wezaretê mufetişek peywirdar kiriye û wî mufetişî jî îfadeya 9 endamên encûmena şaredariya bajarê Dersîmê standiye ku îmzeya wan li bin wê biryarê hebû.
Encûmena Şaredariya Dersimê 7ê Gulanê biryar dabû ku li şûna tabeleya Tunceli ya ‘Şaredariya Dersimê’ deyne ser avahiya şaredariyê, lê ew biryar pêşî ji aliyê parêzgariyê ve hatibû redkirin û niha jî ket ber lêpirsîna wezareta navxweyî ya Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin