Ji Kurdên Kakeyî bangewazî: Bila Pêsmerge vegere

Ji Kurdên Kakeyî bangewazî: Bila Pêsmerge vegere

PeyamaKurd - Kurdên Kakeyî ku li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane rastî êrîşên terorîstên DAIŞê û nijadperestên ereb tên dibêjin, planek heye bo veguhestin û jenosîdkirina Kakeyiyan û bang li berpirsên Iraq, Herêma Kurdistan û welatên cîhanê dikin rê li ber wan kiryaran bigirin.

Kurdên Kakeyî û Yarsanî ku di bin metirsiya komkujiyê de ne, bi civîneke rojnamevanî bangewazî kirin ku hêzên Pêşmerge ji bo parastina wan vegere herêmên wan.

Kurdên Kakeyî bal kişandin ser terora berdewam û daxwaza vegera Hêza Pêşmerge bo navçeyên Kakeyiyan kir û 3 daxwaza arasteyî hikûmeta federalî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin:

1- Herdu hikûmetên Iraqa federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mekanîzmayeke guncaw û kara li gel sirûştê navçeyê hêzên serbazî bişînin navçeyêbo nehiştina valahiya emnî û parastina xelkê wê navçeyê.

2- Em dawakar in, Lîjneya Nilind a Hevbeş a Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge li wê navêeyê bê aktîvkirin û Hêza Pêşmerge vegere wan navçeyên metirsiya terorê li ser heye, bi taybetî navçeyên Kakeyînişîn.

3- Em dawakar in ji nûnerên wan welatên Hevpeymaniya Dije Teror û welatên piştevan li mafên mirov û demokrasiyê, rola wan di parastina Kakeyiyan de hebe, ji ber ku hest bi planekî ji bo jinavbirina Kurdên Kakeyî tê kirinku niha li navçeyê li ser ax, mal û cihên xwe yên pîroz in.

Hêjayî bibîrxistinê ye di êrîşa 14ê Hezîranê ya komek çekdar bi ser gundê Dara û Mêxes ê navçeya Xaneqînê de, 7 Kurdên Kakeyî hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin