PeyamaKurd - Nivîsgeha Mesrûr Barzanî derbarê hin nûçe û îdiayên bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxyaniyek belav kir.
Nivîsgeha Mesrûr Barzanî li ser nûçeyên ku ev demek e hin dezgehên medyayî yên xwecihî, derbarê pêkhateya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hinek navan belav dikin, ku ligor ew dibêjin, hatine yekalîkirin, da xuyakirin, "Ev nûçe her niyazek li pişt be jî, ji çarçoveya texmînê dernakeve."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku heta radestkirina yekcarî ya navên kandîdan ji bo Mesrûr Barzanî neyê şandin, pêkanîna kabîneya nû û şandina wan ji bo Parlemantoya Kurdistanê û bi fermî nasandina wan, tu navek bi yekalîker nayê hejmartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin