Ji Parlamentoya Kurdistanê peyama sersalê: Bi rûhê lêborînê tevbigerin...

Ji Parlamentoya Kurdistanê peyama sersalê: Bi rûhê lêborînê tevbigerin...

PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi sedema hatina sala zayînî ya nû peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê kir.

Serokatiya Parlamentoyê di peyama xwe de piştevaniya xwe ji bo hevfêmkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ragihand û ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaz kir ku bi ruhê lêborînê ligel hev tevbigerin.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir: “Bi boneya hatina sala nû ya zayînî, em pîrozbahiyên herî germ û ciwan li Kurdistaniyan û hemû gelên Iraqê dikin.”

Di peyamê de hat gotin: “Em hêvî dikin di sala nû de aramî û tebayî li herêma me belav bibe û sala çareserkirina qeyranan û bihêzkirina mitmane bibe di navbera welatî û saziyên destûrî de, bi arasteya parastin û pêşvebirina statuya Herêma Kurdistanê, ku mêweya xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê ye, da ku em di siya wê de maf û azadiyên giştî û xizmetkirina Kurdistaniyan pêş bixin, ji bo vê yekê jî em daxwazê ji hemû hêz û aliyên siyasî dikin ku bi yekrêzî û giyana lêborînê ligel hev tevbigerin û bi me hemûyan zemîna bidestxistina maf û heqên destûrî yên Kurdistaniyan pêk bînin.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ragihand: “Em bi pêwîstî dibînin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hevfêkirina di navbera xwe de, bikin bingeha rêkfetineke giştgîr li ber ronahiya bingehên destûrî ji bo çareserkirina hemû kêşeyan. Di vê çar çoveyê de Parlamentoya Kurdistanê piştevaniya hevfêmkirina navbera her du aliyan dike ku di projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê de rengê xwe daye. Em ji hemû fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê daxwaz dikin, bi hev re kar li ser cîbicîkirin û derbaskirina wê bikin.”

Serokatiya Parlamena Kurdistanê di dawiya peyamê de got: “Em hêvîdar in sala 2021ê bibe destpêka rawestgeheke nû ji bo pêkve xebata zêdetir, dûrketina ji nakokî û tevlihevî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin