Ji Pisporê erdhejan hişyariya tirsnak bo Semsûrê
PeyamaKurd / Pisporê erdnasiyê û erdhejan Prof. Dr. Nacîr Gorur, di demeke ku duyemîn salvegera erdehên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê yên wêranker nêzîk dibe de, ji bo bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê hişyariyeke tirsnak da.
Nacîr Gorur, bal kişand ser çalakbûna xeta fayê ya li Semsûrê û got, "Hîn Semsûr rûbirûyî erdheja mezin a bi liva xeta fayê pêk were re, nebûye.”
Gorur, xetên fayê yên Serhedê û Bedlîsê jî bibîr xistin û got ku di serî de xeta Semsûrê xwedî potansiyela erdhejeke mezin e.
Prof. Gorur, hişyarî da ku pêwîste li herêma erdhejê xanî û avadaniyeke bihêz li hemberî erdhejên mezin were kirin.
Herwiha ji bo Stenbolê jî got ku ger erdhejeke mezin çêbibe, îhtimal heye heta 4 milyon kesan bimrin.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.