PeyamaKurd - Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Serok Mesûd Barzanî daxwaz kir ku ji bo bicihanîna madeya 140 a destûra Iraqê bikeve nav hewldanan û Şingalê vegerînin ser Herêma Kurdistanê.
Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, îro 25ê Kanûnê li ofîsa parlementoya Iraqê ya Duhokê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Xelîl di civînê de, rewşa xedar a xelkê Şingalê û awareyan anî ziman û wiha got: “Em daxwaz ji Serok Barzanî dikin hewla bicihanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê bide da ku Şingal vegere ser Kurdistanê. Ji ber ku Şingal beşek ji dîrok û xaka Kurdistanê ye.”
Mehma Xelîl da zanîn, Şingal niha ketiye destê çend hêzên ku mirov nizane dixwazin çi bikin û got, “Ti xêra wan hêzan bo Şingal û xelkê Şingalê nîne, tenê ziyanê digihînin xelkê û deverê. Ji ber wê jî xelkê Şingalê daxwaza derxistina wan hêzan û vegera Pêşmerge dikin da ku bi hevbeşî ligel artêşa Iraqê deverê biparêzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin