Karesata mirovî li Kobanê û binpêkirina agirbestê li Qamişlê: Zarokek hat qetilkirin

Dîroka Weşanê :
Karesata mirovî li Kobanê û binpêkirina agirbestê li Qamişlê: Zarokek hat qetilkirin

PeyamaKurd – Di demekê de ku dorpêça li ser bajarê Kobanî dikeve roja xwe ya 8emîn, li gundewarê Qamişloyê agirbest hat binpêkirin û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî raportên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), çekdarên HTŞyê û komên çekdar gundê Safayê navçeya Çilaxayê topbaran kirin, ku di encamê de karesateke nû li dijî sivîlan pêk hat.

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê jî rewşa mirovî gihîştiye asta herî xeternak. Bajar 10 roj in ji ber hedefgirtina Bendava Tişrînê di tariyê de ye û krîza avê kûr bûye. Her wiha, ji ber girtina rêyan ji aliyê çekdarên HTŞyê ve, derman û xurek li bajêr qediyane.

SOHR hişyariyê dike ku ji ber sermayê û tunebûna sotemeniyê, nexweşiyên sîng û nefesê di nav zarokan de bi lez belav dibin. Li aliyê din, şer û pevçûnên li derdora rêya M4 berdewam dikin; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan bersiv daye êrîşan û droneke komên çekdar xistiye xwarê.