Li Diyarbekirê bo ser PKK ê operasyon hat kirin

Li Diyarbekirê bo ser PKK ê operasyon hat kirin

PeyamaKurd- Serdozgeriya Diyarbekirê bi sedema ku di nava PKK/KCK ê dixebitin û li ser wan îfadeyên hinek şahidan hene, 7 kesan xist bin çav ku di nav wan de rêvebirên HDP ê û DBP ê hene. Beyana şahidan, meşa, tevgera rûniştandinê, protestoya qeyyûman, civîna çapemeniyê û protestokirina operasyonên ser PKK ê ji wan sûcane ku bal bi wan de didin. Îfadeyên wan yên li asayîşê temam bûne wan sewqî dadgehê kirine.

6 kes ji wan bi sedema ku “endamên rêxistina çekdarin” hatin zîndanîkirin û yek ji wan bi şertê edlî hat berdan. Niha asayîşa Diyarbekirê li yekî dinê jî digere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin