KCD: ‘Enfal, rûpeleke res e di dîroka mirovahiyê de’

KCD: ‘Enfal, rûpeleke res e di dîroka mirovahiyê de’

PeyamaKurd –  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi helkefta 33yemîn salvegera komkujiya Enfalê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de ragihand ku hemû berpirsiyar dê bên darizandin û hesab bidin.

‘RÛPELEKE REŞ YA DÎROKA MIROVAHIYÊ’

Di ser komkujiya enfalê ya ku weke tawaneke li dijî mirovahiyê û rûpeleke reş a dîroka mirovahiyê tê binavkirin re 31 sal derbas bûn.

Di komkujiya ku 14ê Nîsana 1986an bi fermana dîktator Sedam Hisên dest pê kir û hweta 1986an dewam kir k udi encamê de 182 hezar însan hatin qetilkirin û bi komî hatin veşartin.

‘TEXRÎBATÊN ENFALÊ HÊ JÎ DIDOMIN'

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi helkefta 33yemîn salvegera komkujiya Enfalê de daxuyaniyeke nivîskî da û komkujiya Enfalê şermezar kir. KCDê di daxuyaniyê de ragihand ku “ev komkujî di dîroka mirovahiyê de şermeke mezin e, û texrîbatên wê hê jî didomin." 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komkujiya Enfalê, berdewamiya komkujiya Qoçgirî, Agirî, Zîlan, Mereş û gelek komkujiyên din e. Ev komkujî li Qamişlo, Roboskî, Şengal, Kobanî, Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û Efrînê jî didome û bajar tên rûxandin û şewitandin. Heta dîktator û hevkarên wan li ber çavê mirovahiyê neyên darizandin û li ber dîrokê hesabê vê yekê nedin, dê wijdanê mirovahiyê ti carî pak nebe.”

Di beşeke din daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Kurdistan bûye cihê hemû nirxên mirovahiyê û wiha didome: “Em bawer dikin ku dê hemû berpirsiyar li ber çavê mirovahiyê bên darizandin û hesab bidin û em dê di têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rizgariyê de bi ser bikevin." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin