Li Meksîkayê çete bi hev ketin: 19 kes mirin

Li Meksîkayê çete bi hev ketin: 19 kes mirin

PeyamaKurd - Li başûrê Meksîkayê di şer û pevçûnên çeteyên madeyên hişbir de 19 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya Meksîkayê, du çete li bajarokê La Concordiayê yê bajarê Guatemalayê yê eyaleta Chiapasê bi çekên giran şer kir.

Di vî şerî de 19 kes hatin kuştin ku 4 ji wan Guatemalayê bûn.

Sekreteriya Eyaletê got, “Tê texmînkirin ku şer û pevçûnan ji ber rêyên veguhastina madeyên hişbir rû daye.”

Piştî şer û pevçûnan gelek polîs çûn cihê bûyerê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin