Rêberê Kurd Dr. Qasimlo 33 sal berê wek îro bi bêbextî hat qetilkirin

Rêberê Kurd Dr. Qasimlo 33 sal berê wek îro bi bêbextî hat qetilkirin

PeyamaKurd - Îro salvegera Rêberê Kurd ê navdar Dr. Abdurraham Qasimlo ye. Dr. Qasimlo 33 sal bere, di 13ê Tîrmeha 1989an de, li Vîyanayê ji aliye sîxurên Îranê ve hatibû kuştin.

Dr. Qasimlo di 22ê berfanbara 1930an de, di nav malbatek dewlemend û navdar ya Rojhilatê Kurdistanê de ji dayik bû. Di sala 1945an de, li Ûrmiyê bi pêkanîna Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê yê Îranê tevlî xebatên siyasî bû. Piştî têkçûna Komara Mahabad dîsa bi hevalên xwe ra dest bi xebatên siyasî dike û bi awayekî fermî dibe endamê Hizbî Demokratî Kurdistan. Di sala 1948an de, ji bo perwerdehiyê diçe Fransayê û li wir Kamûran Bedirxan nas dike.

Piştî demek kin, ji bo xwendina di warê siyasî-civakî de, diçe Çekoslavakyayê. Xwendina xwe diqedîne pêv, dema desthilatdariya Museddiq de, vedigere Îranê. Li wir di xebata li dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rejîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih digre. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanîkirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe.

Piştî ku pênc salan li dijî emperyalîzmê xebitî, Dr. Qasimlo careke din vegeriya Çekoslovakya û di sala 1962an de, ji zanîngeha Pragê doktora xwe ya di warê aboriyê de distîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970an, wek mamoste di Zanîngeha Pragê da li ser aboriya kapîtalîstî, aboriya sosyalîstî û li ser teoriya pêşkeftina aboriyê ders dide.

Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyekî siyasî û zana di mafê pirsgirêka gelê Kurdistanê de dihat nasîn û dewletên Ewropî di vê xusûsê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Di 11ê Adara 1970an de, dema di navbera Serok Barzanî û Saddam de ji bo xweseriya Kurdan peyman tê çêkirin aramiyek heye di warê siyasî de û ew jî wê deme li Bexdê bicih dibe û dibe Birêvebirê Plansaziya Dewletê. Di 1970an de, ji bo Navenda Encûmana PDK-İ yê tê hilbijartin, di sala 1974an de jî dibe Sekreterê Giştî. Piştî şerê di 1974an de, li hemberî Kurdan dîsa destpê dike, ji Bexdayê vediqete û diçe Pragê.

Demekê li wir dimîne pêv, bi dawetiya dostên xwe yê Fransayê di sala 1976an de diçe li Parîsê bicih dibe û li Enstîtuya Neteweyî ya Zimanên Rojhilatî de, dibe Mamostayê Ziman û Wêjeya Kurdî.

Ji bo amadehiya Şoreşa Îranê, partiya xwe ji nû da saz dike û di payiza sala 1978an de bi dizî vedigere Kurdistanê.

Herwiha demekê Dr. Qasimlo ku Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-İ) bû, diçe Avûstûrya ji bo li ser mafên Kurdan û otonomiya Kurdistana Îranê danûstandinan bi Hikûmeta Îranê re bike.

Di sala 1989an de (12 û 13. 06. 1989) sêyemîn car dema ku Berdevkê Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (Serokê Îstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (Cîgirê Beşa Îstixbarata Hêzên Pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avûstûrya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji nişkê ve bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket, Dr. Qasimlo hat şehîdkirin. Pişt re, her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl û Ebdullah Qadirî Azer, nûnerê HDK-I li Ewropa jî hatin şehîdkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin