PeyamaKurd – Îranê gef li Neteweyên Yekbûyî (NY) xwar û ragihand, heger dorpêç û sizayên li ser Îranê neyên rakirin ew dê pisporên Enerjiya Atomî ya Navdewletî (UAEK) ji nav Îranê dersînor bikin.
Endamê Şûraya Meclîsa Seroktiyê li Îranê Ahmed Emirabadî Farahanî gef li NY xwar û got: “Heger ambargoyên zalimane yên ser Îranê yên Amerîkayê neyên rakirin, wê meha bê pisporên UAEKê ji Tehranê teqez bên qewirandin.”
Farahanî herwiha diyar kir ku peymana nukleerî ya sala 2015an ku Îranê bi welatên rojava re girê dabû, mebesta wê rakirina dorpêçan bû, lê bi ser neket.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin