PeyamaKurd – Piştî pişkinîn û testên dawî yên Serokwezîra Almanya Angela Merkelê, hat ragihandin ku dema qerentînekirina wê bidawî bûye û dê dest bi karên xwe bike.
Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert da xuyakirin ku proseya qerentîneyê ya Merkelê bidawî bûye û hersê testên Covid-19 jî negatîv derketine ku êdî dikare dest bi karên xwe bike.
Angela Merkel 22yê Adarê xwe xistibû qerentîneya vîrusa koronayê bêyî ku li ser peyda bûbe.
Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson ku testa wî pozîtîv derketibû û ev hefteyeke li mala xwe di qerentîneyê de ye, li ser hesabê xwe yê twitterê rewşa xwe ya dawî ragihand.
Johnson jî dibêje, rewşa wî baş e, lê pileya herareta laşê wî hîn bilind e û ew dê heta semptomên Covid-19 derbas bike ji mala xwe karê xwe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin