PeyamaKurd - Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Bînalî Yildirim li Hekariya Bakurê Kurdistanê axivî û got "Derd û pirsgirêkeke me ya bi xwîşk û birayên me yên Kurd re tuneye. Ew xwîşk û birayên me ne. Bi Kurdbûna xwe serfiraz bin û bi serbilindî qala Kurdbûna xwe bikin, lewra ji ber vê tu kes nikare tiştekî bi we bike."
Yildirim ji bo bangeşeya hilbijartinê li Hekariyê bû û di axaftina xwe de behsa Kurdbûnê û heqê Kurdan kir.
Ewî got: "Amerîka û Ewropa bûne yek û dibêjin 'Em ji Kurdan ra dewletekê ava bikin.' Dewleta Kurdan axa Anadoluyê ye. Herin ber deriyekî din."
Wek din wiha axivî: "Pirsgirêka xwişk û birayên min yên Kurd PKK ye. Ev belaya serê Kurd û Tirk û hemû însanên mesûm in. Me soz daye û em hewl didin ku vê belayê bi hev ra dûr bixin û îşellah em ê bi hev ra bi ser bikevin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin