NY: Em ji ber aloziyên li ser sînorê navbera Lubnan û Îsraîlê de bi fikar in

NY: Em ji ber aloziyên li ser sînorê navbera Lubnan û Îsraîlê de bi fikar in

PeyamaKurd – Hêza Aştiyê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir, em ji ber aloziyên li ser sînorê navbera Lubnan û Îsraîlê di mehên dawî de bi fikar in.

Li gorî daxuyaniya UNIFIL, Fermandarê UNIFIL Orgeneral Aroldo Lazaro bi rayedarên artêşa Îsraîl û Lubnanê re li baregeha UNIFIL a li başûrê Lubnanê bi "sê" civîneke leşkerî li dar xist.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, binpêkirinên ji hewa û bejahiyê yên li ser sînorê "Xeta Şîn" a di navbera Îsraîl û Lubnanê û di bin çavdêriya UNIFILê da tên kirin hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin, general Lazaro ji ber binpêkirinên li ser sînor ên ku di navbera Îsraîl û Lubnanê de bû sedema rageşiyê bi fikar e, hat ragihandin ku Lazaro bang li aliyan kir ku li gorî mekanîzmaya koordînasyonê tevbigerin û dev ji kiryarên yekalî berdin.

Piştî ku Îsraîl di sala 2000î de ji başûrê Lubnanê ku di sala 1982an de dagir kiribû vekişiya, ewlekariya sînorê 120 kîlometreyî di bin kontrola UNIFILê de bû.

Peyva "Xeta Şîn" ji bo sînorê di bin kontrola UNIFIL de tê bikaranîn û UNIFIL li tevahiya herêmê dewriyeyê digere da ku ewlehiyê pêk bîne.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin