Keça fermandarê asayîşa navça Ekinözü birayê xwe kuşt

Keça fermandarê asayîşa navça Ekinözü birayê xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Ekinözü keça rêvebirê asayîşa navçê ya bi navê E.T.T. bi birayê xwe yê bi navê Ruşe Sina Taphasan (21) re munaqeşe kir û paşî bi demança bavê xwe li birayê xwe xist.

Bûyer di 21ê Nîsanê de seet li dora 06.00an de li mala wan çêbû. Li ser bihîstina dengê sîlihê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Ruşen Sina Taphasan ji ber birîna wî xeddar bû wî birin nexweşxana dewletê ya Elbistanê.

Birîndar di encamê de rizgar nebû û can da. Piştî otopsiyê cenaze birin goristanê û xwuşka wî E.T.T. piştî îfadê wê li emniyetê sitendin, birin dadgehê û dadgeh biryara girtina wê da û şand zîndanê.