PeyamaKurd - Li Efrînê keçeke Kurd a 23 salî ku gefa revandinê lê hat kirin, ji bo neyê revandin û nekeve destê çekdaran xwe kuşt.
Li gorî zanyariyên dawî, çekdarên bi ser Tirkiyê ve, ji bo standina fidyeyan jinek ji navçeya Bilbilê û du sivîl jî ji navenda Efrînê revandin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, keça bi navê Fatme ya 23 salî li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajêr, ji ber gefa revandinê ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve dawî li jiyana xwe anî.
Dîsa heman rêxistin diyar dike ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve ji bilî revandin û destdanîna ser mal û milkên xelkê, wesayîtên Efrîniyan jî piştî ku desteser dikin dişînin Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin