Kelemçeya lingê Mahmut Alinak pistî 29 rojan hat derxistin

Kelemçeya lingê Mahmut Alinak pistî 29 rojan hat derxistin

PeyamaKurd – Piştî serlêdana parêzerên wî bi 29 rojan kelemçeya elektronîk a ku mehek berê bi lingê siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ve girê dabûn hat derxistin. 

Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak ku dadgeh doza cezayê heta hetayê lê dike  mehek berê bi şertê ‘hepsa malê’ ji girtîgehê hatibû derxistin û kelemçeya elektronîk bi lingê wî ve hatibû girêdan.

Alinak bertek nîşanî girêdana kelemçeyê dabû û gotibû, min nehişt dema min bigirin destê min kelemçe bikin, lê niha tola xwe distînin û lingê min kelemçe dikin.

Mahmut Alinak herwiha ew yek wekê koletiya modern pênase kiribû û gotibû, ew ji nêrînên xwe û doza xwe venagere.

Kelemçeya elektronîk a lingê Alinak piştî serlêdana parêzeran bi 29 rojan, îro 7ê Tîrmehê ji aliyê polîsên Navenda Kontrola Edlî ya Qersê ve hat derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin