PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak ku dadgehê cezayê jê re cezayê heta hetayê xwestibû di danişîna yekem a dozê de hat berdan.
Mahmut Alinak, ji ber nivîsîna nameyekê bo Netewên Yekbûyî, pirtûka xwe ya 'Bêkes' li ser şewitandina kesên di bodrumên Cizîrê de û çend daxuyanî û axaftinên xwe hatibû girtin.
Alinak di rûniştina yekemîn a dadgehê de ku jê re cezayê heta hetayê dihat xwestin, bi biryara heyeta dadgehê ji girtîgehê hat berdan.
Mahmut Alinak 17 Sibata îsal, li mala xwe ya li bajarê Qersê bi îdiaya ‘têkdana yekîtî û yekparçeyiya Tirkiyê û lawazkirina serxwebûniya dewletê’hatibû binçavkirin û girtin ku piştre jî bi doznameyekê cezayê heta hetayê bo wî hatibû xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin