London | Ekvadorê pênaxwazî betal kir, xwediyê Wikileaksê hat binçavkirin

London | Ekvadorê pênaxwazî betal kir, xwediyê Wikileaksê hat binçavkirin

PeyamaKurd – Xwedî û damezrînerê Wikileaksê ku heta niha bi milyonan belgeyên karên kirêt ên dewlet û hikûmetan li ser tora xwe ya întertenê belav kirine, îro 11ê Nîsanê ji aliyê polîsên brîtanî ve ji Balyozxaneya Ekvador a Londonê hat derxistin û binçavkirin.

Julian Assange ji ber dozên li ser hatibûn vekirin, ji sala 2012an ve jiyana xwe li Balyozxaneya Ekvador a li Londonê derbas dikir.

Piştî ku welatê Ekvadorê mafê penaxwaziyê yê Assange hilweşand, li ser daxwaza rayedarên Ekvadorê polîsên Brîtanyayê ketin nav balyozxaneyê û Julian Assange binçav kirin.

Hat ragihandin ku dê Assange piştî demeke binçavkirinê li Londonê derkeve pêşberî Dadgeha Westminster a Silh Cezayê.

Ekvadorê wekî hinceta hilweşandina penaxwaziya Assange, bi berdewamî binpêkirina heqan nîşan da.

Herwiha Serokê Ekvadorê Lenin Moreno ragihand ku Brîtanyayê misogerî daye wan Assange naşînin welatekî sizayê îdamê lê hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin