HSDê li ser daxwaza ENKSê komîteya çarenivîsa windayan ava kir

HSDê li ser daxwaza ENKSê komîteya çarenivîsa windayan ava kir

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya HSDê komîteya lêpirsîna taybet a şopandina agahiyên derbarê windahiyan de ava kir. HSDê herwiha diyar kir ku navên ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşkêş kirine, lêpirsîna li ser wan berdewam e.

Daxuyaniya HSDê ya ku navên ENKSê ji bo çarenivîsa wan bê diyarkirin pêşkeş kirine wiha ye:

"Li ser bingeha însiyatîfa Fermandariya Giştî ya QSD`ê ya yekrêziya xîtaba Kurdan li Sûriyê û di çarçoveya xebatên hevbeş ji bo avakirina baweriya di navberra aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyê de, Fermandariya Giştî ya QSD`ê û bi dan û standinên bi serokatiya Meclisa Nîştimanî ya Kurd re, komîteya lêpirsîna taybet ava kir da ku lêpirsînan der barê doza "10 windahiyên" ku serokatiya meclisê navên wan pêşkêş kirin, dest pê bike.

Fermandariya Giştî di 15`ê Kanûna 2019`an de lîsteyek ji Serokatiya Meclisa Nîştimanî ya Kurd a Sûriyê wergirt, tê de navên 10 windahiyên ku nav, dîrok û cihê windabûna wan hatiye diyarkirin, wiha ne;

  1. Cemîl Umer / Li Qamişlo winda bû / 13 Tîrmeh 2012
  2. Behzad Dorsin / Li Dêrikê winda bû / 24 Cotmeh 2012
  3. Nîdal Osman / Dêrik/ 24 Cotmeh 2012
  4. Ehmed Osman Seydo / Efrîn / 19 Tîrmeh 2013
  5. Ehmed Xelîl Sîno / Efrîn / 11`ê Cotmeh 2013
  6. Idrîs Elo / Efrîn/ 8 Mijdar 2013
  7. Şeban Abdulhemîd Şêxo / Efrîn/ 11 Mijdar 2013
  8. Emîr Hamid / Dirbêsiyê / 11 Kanûn 2014
  9. Fûad Îbrahîm / Dêrik / 24 Adar 2017
  10. Siûd Mîrz El-Îsa / Dirbêsiyê / 27 Mijdar 2019

Bi pêşkêşkirina lîsteyê re, komîteya lêpirsînên taybet dest bi xebatên der barê mijarê de kir, piştî lêpirsînên berfireh li ser sedemên windabûna navên wan kesan, derket holê ku 8 ji eslê 10 kesan, di pêvajoya tevliheviya ewlehiyê û belavbûna şaneyên terorîst û îstixbartên girêdayî aliyên herêmî de winda bûne.

Her heşt kesên windayî beriya damezirandina Rêveberiya Xweser û saziyên wê bi awayekî fermî bûn, tê wateya ku beriya dîroka damezirandina rêveberiyê di 21`ê Kanûna 2014`an de her wiha beriya damezirandina YPG`ê winda bûn.

Tevî zehmetiyên ku rastî komîteyê ji xebatên lêpirsînên berfireh û guhertinên mezin hatine, lê komîteyê hin agahî der barê çarenûsa hin navên di lîsteyê de wergirtin.

Di encamên pêşîn ku komîteya lêpirsînên taybet di xebatên xwe de hatiye eşkerekirin ku Cemîl Umer endamê berê yê PYD`ê ji aliyê ewlehiya girêdayî hikumeta navendî ya Sûriyê ve li herêma ku di hundirê Qamişlo de kontrol dikir, hate revandin. Her wiha di lêpirsînan de hêzên me yên leşkerî berpirsyariya exlaqî ji bo windabûna Emîr El-Hamid û Fûad Îbrahîm hilgirtin, hîna lêpirsîn didomin da ku bigihîjin wan kesên ku ew winda kirine û darizînin.

Der barê mijarê de malbatên windahiyan û aliyên siyasî yên pêwendîdar bi encam û ziraviyên lêpirsînên domandî yên heta niha tên agahdarkirin, her wiha di lêpirsînan de hat piştrastkirin ku Siûd Mîzir El-Îsa li gel ewlehiya giştî hatibû girtin û dê di 20`ê Kanûna 2019`an bê berdan.

Komîteya lêpirsînên taybet heta niha nikaribû çarenûsa Behzad Dorsin û Nîdal Osman nas bike û windabûna wan li herêmên di bin kontrola YPG`ê de, van hêz û hêzên ewlehiyê Asayîş û Rêveberiyê dixe bin berpirsyariya xwezayî, her wiha domandina lêpirsînê ta ku çarenûsa wan bê eşkerekirin, berpirsyariya qanûnî û erka ku dikeve ser milê hêzên me ye.

Li aliyekî din komîteyê nikaribû lêpirsîn der barê çarenûsa kesên ku li Efrînê winda bûne de pêk bianiya, ji ber rewşa Efrînê û kontrolkirina hêzên dagirker a li ser bajêr e.

Em wek QSD piştrast dikin ku dosya windahiyan û kesên bi zorê ji herêmên Rojava, Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatine revandin, dosyeyeke mezin û tevlihev e, heta niha 3 hezar û 286 winda hatin tesbîtkirin, ji wan 544 winda beriya DAIŞ`ê ne û 2 hezar û 368 winda ji aliyê komên girêdayî Opozisyona El-Wetenî ya Sûriyê  ya hêzên opozisyonê û hikumeta demkî ya Sûriyê ve hatin revandin û 374 winda ji aliyê aliyên ewlehiya girêdayî hikumeta navendî ya Sûriyê hatin revandin.

Komkirina agahiyên der barê çarenûsa windahiyan de erkekî exlaqî û qanûnî ye, divê xebatekî hevbeş û rast bê kirin, pêwîstiya wê bi hevkariya hemû aliyên li ser erdê aktîf bibe, heye, her wiha saziyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyariya qanûnî ya şopandina dosyaya wan û gihandina encamên pêwîst, hildigire."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin