PeyamaKurd – Artêşa Nîjerê ya welatê Afrîkayê ragihand ku piştî li ser sînorê Maliyê grûba terorî êrîş biriye ser alavekî leşkerî, artêşê jî 56 terorîstan kuştiye.
Artêşa Nîjerê di ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihand ku 7 leşkerên wan di êrîşê de hatine kuştin û ew jî 56 terorîstan kuştine. Alava leşkerî di serê hefteyê li herêma Tillaberê leqayê êrîşê hatibû.
Artêşa Nîjerê navê rêxistinê neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin