PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Hamza Dag li Diyarbekirê, ji malbatên zarokên diçin dibistanan xwest, ligel dersa Qûr’an û Siyerê dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.
Hamza Dag, beşdarî civîna partiya xwe ya bi navê Encûmena Şêwirmendiyê ya Bajêr a Berfirehkirî ya Diyarbekirê bû.
Dag di civînê de, daxwaz ji welatiyan kir di heyama duyem a perwedehiyê de dersên Qur’ana Kerîm, Siyer û Zimanê Kurdî hilbijêrin.
Hamza Dag herwiha got: “Gelek pirsgirêkên dijwar, di serî de jî pirsgirêka Kurd, di serdema AKPê de gihîştine çareseriyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin