Rojnamevan Liyanî serbest hat berdan

Rojnamevan Liyanî serbest hat berdan

PeyamaKurd – Rojnamevanê Kurd Barzan Huseyin Liyanî 45 roje ku di zîndana di bin serpereştiya rêvebiriya xweser ya Binxetê de bû, serbest hat berdan. Liyanî di zîndana Girikê Legê de bû.

Li gor ragihandina Rûdawê; Liyanî bi sedema ku b rêxistinên medyayê yên ne fermî re xebitiye hatiye zîndanîkirin.

Rojnamevan Barzan Huseyin Liyanî di heman wextê de yek ji damezrênerê sendîka rojnamevanan ya Sûriyê-Kurdistanê ye. Berê jî di sala 2017an de Liyanî ji terefê rêvebiriya xweser de 6 meh hatibû girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin