PeyamaKurd – Polîsê Federal ê Iraqê li sînorê parêzgeha Kerkûkê bi operasyonekê bi ser 3 şaneyên DAIŞê de girt û dest danî ser hemû cebilxane û alavên wan.
Hat ragihandin ku doh 15ê Hezîranê hêzeke polîsê federalî yê Iraqê li sînorê parêzgeha Kerkûkê bi ser 3 binkeyên terorîstên DAIŞê de girtiye û dest daniye ser çek, teqemenî, xûrek, 16 telefon û 20 hezar dolarên ku wekî zikat ji aliyê DAIŞê ve hatibûn komkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin