PeyamaKurd – Xaleke pasevaniyê ya Kurdên xwebexş li Kerkûkê, ji aliyê çekdarên nenas ve rastî êrîşê hat.
Li gor zanyariyan, çekdarên nenas li gundê Mensûr ê li sînorê Heftexar a navçeya Daqûq a parêzgeha Kerkûkê, êrîşî xaleke zêrevaniyê ya Kurdên xwebexş ên deverê kirin.
Şêniyê gundê Mensûriyê Yûsif Ehmed diyar kiriye: “Çekdarên nenas ji çend aliyan ve êrîşî gundê me kirin, lê şêniyên gund li hemberî wan derketin û şer derket.”
Yûsif Ehmed herwiha daye zanîn, di pevçûna çekdarî de xwebexşek bi navê Ehmed Elî Wehab birîndar bûye û gule li milê wî ketiye û niha li nexweşxaneya Daqûqê tê dermankirin.”
Herî dawî Ehmed eşkere kiriye: “Şêniyên gund nêzîkî 20 xûlekan şer kirine û piştre hêzeke ewlehiyê bi hawara wan de çûye û karîne çekdaran paş de bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin