PeyamaKurd – Di şewata çiyawarên 5 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê de ku şevê din hatiye kontrolkirin, hat zanîn ku herî kêm 600 hektar şewitî ye.
Şewata li gundên Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr, Cimar û Henyatê yên girêdayî navçeya Licê ya Diyarbekirê doh beyaniyê dest pê kiribû û heta derengiya şevê jî nehatibû kontrolkirin.
Piştî belavbûna şewatê bi bayê re ku gihîştibû heta cihê niştîngehan, li ser medya civakî gelek dîmen hatibûn belavkirin û banga vemirandina agir li berpirsan hatibû kirin.
Li gorî zanyariyan, şewata li gundewarên Licê ji ber xemsariya saziyên pêwendîdar û karnekirina agirkujan nehatiye vemirandin û piştre bi hewldanên xelkê îro sibehê şewat hatiye kontrolkirin.
Di şewata Licê de li gorî agahiyan herî kêm qadeke bi qasî 600 hektaran şewitî ye ku gelek ajalên daristanê jî tê de can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin