PeyamaKurd – Li Kerkûkê, agir bi wargeha Hay City ket û di encamê de, ziyaneke mezin ê darayî derket holê. Lê ziyanên canî çênebû û berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Kerkûkê jî derbarê şewatê de agahî dan.
Li gor berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Kerkûkê Qeys Ebdulrezaq diyar kir: ‘‘Şeva borî 25.04.2021ê agir berbû wargeha Hay City ya li navçeya Erefe ya Kerkûkê û bi taybet marketên Jiyan şewitîn.’’
Herwiha da zanîn: ‘‘Heta niha sedema şewatê bi temamî diyar nebûye, lê tenê ziyanên madî çêbûne û ziyanên canî çênebûne.’’
Qeys Ebdulrezaq eşkere kir: ‘‘Lijneya taybetmend, ji bo qerebûya ziyanan hatiye lidarxistin û egereke mezin agir ji ber şorta elektrîkê derketiye.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin